Leichte SpracheDeutschEnglishTürkçeShqiptarArabischKurdî

Tu divê/dixwazî çî din jî zanibî

1. Çi qasî dewam dike, heta ku hun bersivekê ji min re bişînin?

Heta ji me were, emê zû bersiva te bidin, bi gelekî sê rojan piştî ku te mektûb ji me re şand, divê bersiva te ji aliyê me ve were dayîn! Lê eger tu roja îniyê yan dawiya heftiyê ji me re binivîsî, dibe ku, roja sêşembê yan çarşembê ji nû em karibin bersiva te bidin. Ji ber ku em dawiya heftiyê kar nakin. Eger tu bi zimanê elmanî û inglîzî û tirkî ji me re binivîsî, emê karibin bersiva te di cih de bidin. Mektûbên ku bi zimanê elbanî û kurdî û rûsî ji me re tên, divê pêşî ji aliyê tercumanekî werin tercume kirin. Ji ber vê yekê bersiva me hindekî dewam dike. Û em dixwazin ku dilê te di cih de be, û tu hîç ne tirsî, bila behweriya te bi me were, em nahêlin ku kesekî ne nas mektûba te bixwîne û zanibe ku te tiştek ji me re şandî ye!

 

2. Ev bû demeke dirêj ku ez li hêviya we me û ez nizanim, gelo mektûba min ket nav destên we yan na!

Bi xwe tiştên wisa çênabin, lê dibe ku pirsgirêkeke teknîkî hebe û e-maila te ji binî negehîştibe destên me. Heger tiştekî wisa peyda bûbe, wê gelek baş be, eger tu mektûba xwe careke din ji me re bişînî!

3. Çima divê ez malpera xwe bigrim?

Girtina malperê wisa ye, wek ku tu dema ku tu ji odeya xwe derkevî, tu odeya xwe li pişt xwe bigrî, taku kesekî xerîb nekeve odeya te. Heger tu malpera xwe negirî, wek ku tu deriyê odeya xwe vekirî bihêlî! Hêdî merovekî din wê karibe (li xala 6 an binêre) malpera me veke û wê karibe mektûban bixwîne. Pişkoka girtina malperê li jor e, li ser destê çepê ye!

4. Min gotina xwe ya veşartî ji bîr kiriye, divê ez neha çi bikim?

Eger te gotina veşartî ji bîr kiribe, tu dikarî gotineke veşartî ya nû ji xwe re çêbikî. Pêl vê pişkokê bike: gotina veşartî ji bîra te çûye?“ Lê divê te berî hingî, dem ku te xwe cara pêşî qeyd kirî, e-maila xwe ji me re şandibe. Eger te wî çaxî e-maila xwe ne nivîsandibe, divê tu careke din ji nû ve xwe qeyd bikî. Û divê hêdî tu ji me re binivîsî, ka kî ji karmendên me heta neha şîret li te dikirin û mesele û pirsgirêka te çi bû. Ev tişt ji me re gelekî muhum e, taku em te dîsa nas bikin û zanibin tu kî tî.

5. Çima divê ez xwe di malpera we de qeyd bikim, ma çênabe, ku ez e-maileke normal ji we bişînim?

Taku dilê te serê sedî sed di cih de be, ku kesekî xerîb mektûba te nexwîne, divê e-maila te bi rêyeke veşartî were (verschlüsst) şandin. E-mila te di dergehekî parastî re digihîje kompiyuterekî parastî û xwedî behwerî. Li vê derê malpereke te ya taybet tê durust kirin. Û bi tenê tu dikarî – bi rêya gotineke veşartî- derbasî vê malperê bibî. Û piştî ev malpera taybet yan posta te hate durust kirin, hêdî em jî dikarin derbasî nava wê bibin. Lê dema tu e-maileke normal bişînî, dibe ku ew e-maila te bikeve nav destên hindek kesên xerîb û nivîsa te bixwînin. Şandina e-maileke normal wek şandina mektûbeke vekirî ye, bi rêya postê, her kes dikare wê mektûbê bixwîne.

6. Ez çi dikarim bikim, taku kesek nizanibe, ku min mektûb ji wer e şandiye?

Dibe ku te bihîstibe, ku înternet tiştekî ji bîr nake? Mixabin ev tişt peyda dibe, dem ku merov xwe baş neparêze! Ji boy şêwirdariya di rêya înernet de, dibe ku tu nexwazibî, ku dayika te, bavê te, birayê te pê bizanibin, ku tu mektûban ji me re dinivîsî yan tu derbasî kîjan malperên înternetê bûye. Tu dikarî nehêlî, ku ew te kontrol bikin yan zanibin, ku te çi kiriye, dema ku tu Internet Brwoser li ser „Privat Modus“ siwar bikî. Heta ku tu karibî Internet Brwoser li ser „Privat Modus“ siwar bikî, divê tu di Internet Brwoser de li jor pêl pişkoka Extra“ bikî. Eger Internet Brwosera te Firefox be, tu dikarî pişkoka Privaten Modus auswählen’“ hilbijêrî û di Internet Explorer de divê tu InPrivate-Browsen“ pêxî.

Helbet tu dikarî piştra jî şopên xwe di înternet de winda bikî, divê tu Internet Brwosera (programa înternet) xwe vekî û derbasî programa