Leichte SpracheDeutschEnglishTürkçeShqiptarArabischKurdî

Kom`a me

Cuwana

Ez wek Perwerdevana civakî,  ji demeke dirêj ve li Mädchenhaus ya Bielefeld xebatê dikim.
Li Tirkiyê hatime dinyayê û li Elmanya mezin bûme, ji bo min gelek mijar ne xerîbin, weke mînak bijartina karekî (Beruf), hevaltî û zewaca keç û jinên temen biçûk, yên bixwe an jî malbatên wan ji Tirkiyê an jî ji dewleteke din hatine vir.
Bi kêfxweşî em dikarin bi hevre rêyeke bibînin, daku tu bikarî daxwaz û nêrînên xwe  bicih bikî.

Nefel


Min Dîploma Perwerdeya Civakî û Şêwirdariya Sistematik wergirtiye, 42 salî me û ji sala 2003`an ve li Mädchenhaus (mala keçan) weke şêwirdar li Bielefeld kar dikim.
Giraniya şêwirdariya min xurtkirina keçan e, evîndarî-hevaltî-mijara sex (mînak meselên keçbûnê û sinetkirina keçan) tedbîrwergirtin, alîkarî û parastina di rewşên xeter de.
Gelek caran keç di jiyana rojane de têne astengkirin û nikarin jiyana ku bixwe dixwazin jiyan bikin. Lê wisa hîs dikin, ku qîmetek ji bo jiyana wan nayê nîşandan.
Gelek derfet hene, ku çawa keç bikaribin jiyana xwe bijîn. Ez dixwazim keçan bi hêz  bikim, dakû biryarên xwe bi xwe bigrin û bikarin daxwaz û hêviyên xwe pêk bînin

Sevgi

Min Dîploma Perwerde û Şêwirdariya Sistematik standiye. Ez ji sala 1999 li Mädchenhaus (mala keçan) li Bielefeld kar dikim. Ez agahdarim ji pirsgirêk, tirs û fikarên keç an jî jinên temen biçûk, yên xwe ji zewaca bi zorê dixwazin rizgar bikin. Ez alîkarî, ango şêwirdariyê bi rêya axavtin, telefon û bi riya internetê ji bo keç û jinên ciwan bi zimanê Almanî û tirkî pêşkêş dikim.
 
Giraniya şêwirdariya min li ser zewaca bi zorê ye, bi taybetî çawa berî melese mezin bibe, mijarên min  tedbîrwergirtin, hezkirina veşartî, xweveşartin piştî revê û pirsgirêkên psikolojîk in. Wekî din zanabûna min li ser keç û jinên ji zewaca zorê reviyane û hîn mafê penaberiyê nestandine û li ser meselên hezkirina vekirî (LSBTTI*) ango zewaca pir alî heye.
Karê min di wê de ye, ku ez dixwazin keç û jinên ciwan li ser rêça wan ji bo kesayetiyeke xurt alîkar bim. Mafê her keçekê li ser jiyana serbixwe heye!

Zine

Min Diploma Perwerdê heye, ez 39 salî me û ev 10 salin ez li Mädchenhaus a Bielefeldê(mala jinan)  kar dikim. Di riya jiyana xwe ya karkirinê de, min gelek danûstndin bi kesên ji deverên xerîb hatine ango penaberin kiriye û jiyana wan li Almanya ve mijûl bûme. Gelek caran ji ber ku keç in, mafê wan yên bingehîn tên qut kirin û ew hewceyî alîkarî û bêtirsiyê ne. Zanabûnên min yên salan, dihêle ku ez karibim keç û jinên ciwan bihêz bikim û piştgiriyê bidim wan.